Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Serokê Lijneya Xwendina Bilind(YOK) Yekta Saraçî eşkere kir ku hevjîn û zarokên wan kesên di statûya şehîdan de yên li zanîngehan dixwînin li kîjan zanîngehê bixwazin bixwînin dikarin lê bixwînin.
Saraçî eşkere kir ku ji dewra xwendinê ya 2017-2018ê pê ve hevjîn û zarokên wan kesên di statûya şehîdan de dê wek xwendekarên taybet bikarin zanîngeha xwe biguherin.
Ji bo zanîngehên hatîn girtin jî heman biryar hatibû dayin. Dema ku xwendekaran xwendina xwe li zanîngeha xwe ya nû qedandîn dê bawernameya xwe ji zanîngeha xwe ya berê bistînin. (NV/MB)